3 kesan li ber avahiya saredariya Amedê agir berda xwe

3 kesan li ber avahiya saredariya Amedê agir berda xwe

PeyamaKurd – Li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê 3 kesan benzîna ku bi xwe re anîbûn rijandin û hewl dan ku xwe bişewitînin.

Îro Yekşemê, 3 hemwelatiyên ku rewşa wan a aborî nebaş bûye ji neçarî çûn ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û benzîna ku bi xwe re anîbûn rijandin û agir pêxistin.

Piştî demekê li ber avahiya şaredariyê mane, hersê kesan bi gotinên ‘em ne diz in’ re agir berdane xwe. Hat zanîn ku bi agahdarkirina agirkujiyê re tîmên agirkujiyê û tenduristiyê gihîştine cihê bûyerê û ew rizgar kirine.

Hersê hemwelatiyên ku xwestin xwe bişewitîn bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku hat diyarkirin, ji ber rewşa aborî ango ji bêçarbûne xwestine xwe bişewitînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin