Li ser qezaya Dêrikê, herdu ajokar hatin girtin

Li ser qezaya Dêrikê, herdu ajokar hatin girtin

PeyamaKurd- Li ser qezaya ku duh li navçeya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ya Dêrikê çêbûbû, hat ragihandin ku herdu ajokarên barhilgiran, ji bo girtîgehê hatine veguhestin.

Li gorî agahiyên destpêkê, herdu ajokarên barhilgiran ku bi lez ketibûn nav xelkê û bûbûn sedemê mirina 20 kesan û birîndariya 26 kesan, piştî dermankirina wan a li nexweşxaneyê, îfadeyên xwe dane rêveberiya polîsan û piştî îfadeyan jî hat ragihandin ku ew kes ji bo werin dadgehkirin, ji bo girtîgehê hatine veguhestin.

Di qezaya ku duh çêbûbû de piştî kirariyên otopsiyê, kesên ku canên xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatibûn kirin û nasnameyên 17 kesan jî hatibûn eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin