Hêzên dije teror a Iraqê 4 terorîstên DAISê girtin

Hêzên dije teror a Iraqê 4 terorîstên DAISê girtin

PeyamaKurd – Hêzên dije teror a Iraqê, li nahiyeya Gulale ya girêdayî Xaneqînê 3 terorîstên DAIŞê û li Kerkûkê jî terorîstekî mezin yê DAIŞê hatin girtin.

Li gor berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye: ‘‘Ji aliyê hêzên dije teror a Iraqê ve, li sînorê nahiyeya Gulale ya girêdayî parêzgeha Diyale, 3 terorîstên DAIŞê hatin girtin.’’

Herwaha berdevkê polîsê Diyale daye zanîn: ‘‘Ew terorîstana, di teqandina rawestekekî elektrîkê yê li sînorê Gulale de hebûne, heman demê de hejmarek pasaport û belgenameyên din jî li gel wan hatin girtin.’’

Di heman demê de li Kerkûkê jî terorîstekî mezin ê bi navê Xetab Ebu Zehirye, ji aliyê hêzên dije terora Iraqê ve hate girtin ku berpirsê DAIŞê yê li taxa feyleq a Kerkûkê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin