PeyamaKurd - Berpirsê Hilbijartinan ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê Saman Reşîd li ser hilbijartinên parêzgehên Iraqê 18ê Kanûnê têne kirin axivî û got, “Ev hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji bo Kurdên Kerkûkê diyarker e. Em bang li hemû welatiyên Kurd dikin beşdarî hilbijartinan bibin.”
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê li Kerkûkê Saman Reşîd got, %77ê xelkê Kerkûkê navê xwe ji bo karta biyometrîk û li lîsten dengdanê tomar kirine, ku 889 hezar û 745 dengder in.
Reşîd da zanîn: “Ji meha borî ve navendên dengdanê li Kerkûkê hatin vekirin, welatî ji bo wergirtina kartên xwe dikarin biçin 43 navendên tomarkirina dengderan û li gorî biryara komîsyonê, kesên ku tenê biyometrîk yan jî navên xwe tomar kirine, dê bibin dengder û navên wan dê di lîsteya dengderan de bê tomarkirin.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê bal kişand ser rewşa Kerkûkê û wiha axivî: “Xelkê Kerkûkê divê bi coş biçin kartên xwe werbigirin, ji ber ku tenê xwediyê kartên biyometrî dikarin di vê hilbijartinê de deng bidin û ev hilbijartin ji bo me Kurdan pir girîng û diyarker e. Em hewl didin pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî û erebkirina wan deveran bi rêya madeya 140 ya destûrê çareser bikin. Lê Bexda bicihkirina vê madeyê piştguh dike.”
Reşîd got: “Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, xirabûna 6 salan berdewam kir. Gelek kes anîn Kerkûkê û hewl didin demografiya bajêr biguherînin. Her çend e em rêgiriyê jî dikin, lê ew hewl didin zeviyên Kurdan bidin wan leşkerên ku 10 sal in li Kerkûkê ne.”
Li Kerkûkê di hilbijartinên 18ê Kanûna 2023yan de, milyonek û dused hezar dengder dikarin dengê xwe bikar bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin