PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çinarê li gundê Yuvacıkê ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, di navbera kurmaman de pevçûn derket û çekan bikaranîn. Di pevçûnê de kurmamê wan yê bi navê Kemalettin Aktepe (16) û A.A. birîndar bûn.
Bûyer ber destê êvarê çêbû. Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxanên bajêr lê birîndar Kemalettin Aktepe li nexwexanê can da û jiyana A.A. di talûkê de ye.
Cenazê Kemalettin Aktepe ji bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya Diyarbekirê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin