PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bûyera li Beledê şermezar kir ku ji aliyê mîlîsên bi ser Îranê de hat kirin. Morgan Ortagus daxwiyaniyekî da çapemeniyê û weha got:
“ Bûyera li navçeya Beledê, piştî şewitandina baregeha partiyekî ji aliyê mîlîsên bi ser Îranê de hat. Divê Bexda desthilata xwe deyne ser mîlîsên bi ser Îranê ve. Ew mîlîs li ser hesabê Îranê ne û Iraqê ber bi tundrewiya mezhebî de dibin. Çalakiyên mîlîsên ser bi Îranê li ser asayîşa Iraqê tehdîdin.”
Morgan Ortagus di dewama peyama xwe de got ku divê partiyên Îraqê bi berpirsiyarî tevbigerin ji ber Iraq di pêvajoya talûke ya Kovid-19 ê, krîza aborî û gefa DEAŞ ê de derbas dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin