Artêsa Tirkiyê gundewarên Sêrewa topbaran kir: Zarokekî can da

Artêsa Tirkiyê gundewarên Sêrewa topbaran kir: Zarokekî can da

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, gundewarên navçeya Şêrewa topbaran kir û di encama topbaranê de zarokekî can da.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, do bi şev gundên Mezin, Xirba Şemsê û Meyasê yên navçeyan Şêrawa topbaran kirin.

Di encama topbarana Tirkiyê de, li gundê Kulûtê zarokekî 15 salî, bi navê zeynep Hisên Îbrahîm can da.

Herwiha 2 birîndar hene navê wan jî Hisên Silêman Îbrahîm bavê zarokan e û Kurê wî Bekir Hisên Îbrahm ê 11 salî ku ji heman malbatê ne birîndar bûne.

Artêşa Tirkî, do piştî nîvro jî gundê Birc Qasê topbaran kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin