PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê Hemasê de li Şerîda Xezzeyê du leşkerên wan ên din hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya artêşê de hatiye ragihandin ku di şerê Xezzeyê de, efserekî Tûxaya Golanî ya Lîwaya 7086 Constanine Sushko yê 30 salî û leşkerê bi navê Harel Ittah ê 22 salî ku birîndar bûne jiyane xwe ji dest dane.
Herwiha hate diyarkirin, 5 leşkerên din jî birîndar bûne ku ji destpêka şerê Hemsaê ve hejmare leşkerên wan ên hatine kuştin di şerê bejahî de bûye 170 û bi giştî jî ji 7ê Cotmehê ve gihîştiye 504 leşkeran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin