Biden bo Rûsyayê: Wê bedelekî giran bidin!..

Biden bo Rûsyayê: Wê bedelekî giran bidin!..

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser îhtimala dagirkirina Ûkraynayê gefeke tund li Rûsyayê xwar.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Biden gotiye, heger Rûsya Ûkraynayê dagir bike ew dê hêza teqwiye bişînin ji endamên NATOyê yên li Rojhilatê Ewropayê re.

Herwiha Biden diyar kiriye ku ew dê nêzîkatiya xwe ya li hember Moskowê jî biguherînin û heger Rûsya gaveke wiha bavêje, “Wê bedelekî giran bide.”

Koşka Spî ragihandiye ku Joe Biden di hevdîtina ligel Pûtîn de jî bi awayekî eşkere bal kişandiye ser ku heger Rûsya Ûkraynayê dagir bike wê rûbirûyî dorpêçên rûxiner ên aborî were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin