Li Herêma Kurdistanê 12 tûsbûyên din hatin tomar kirin û hejmar gihîst 162 kesan

Li Herêma Kurdistanê 12 tûsbûyên din hatin tomar kirin û hejmar gihîst 162 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 12 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.

Li gorî wezaretê amarên dawî yên li Herêma Kurdistanê, 162 kesên tûşbûyî, 2 kesan can daye û 57 kes jî bi temamî baş bûne.

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Koronayê (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy bo kerentînekirin, vedîtin û pişkinîna helgirên evê Vayrosê rojane berdewam in, bi vê yekê jî:

 1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5503) kes li (36) cihên cuda bûn. Niha tenê (1092) kes di kerentînê de mane, (133) kes li Hewlêrê, (127) kes li Silêmaniyê, (751) li Duhokê, (50) li Helebce, (31) li Raperînê. (4411) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (29) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişkinîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (607) pişknîn hatin kirin, (395) li Hewlêrê, (111) li Silêmaniyê, (101) li Duhokê.

Derencam (12) pêketiyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

Li parêzgeha Hewlêrê (1) erênî, ku jineka temen 22 salîye û berketîya pêketîyê nahye ya Xelafan e.

Li Parêzgeha Silêmaniyê (5) erênî, 4 di nav bajarê Silêmanêyê, zelamek temen 25 salî ku berê geşt kirîye. 3 jin temenên wan (46, 27, 25) salî ne ku tenê dû berkevtî ne, zelamek jî li qezaya Derbendîxanê, temen 37salîye û berketiyê tûşbûyekî berê ye.

Parêzgeha Helebce: (6) erênî, ku dû zelam in temenên wan 73 û 58 Sali ne, (2) jin temenên wan 75 û 39 salî ne, (2) zaro temenên 2 û 5 salî ne ku berkevtîyên tûşbûyekî erê ne.

3- Amarên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona nû li Herêma Kurdistanê (162) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (57) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin. 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

31/Adar/2020

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin