Ji Qetarê daxuyaniyeke tund bo Siûdî û Îmarat: Li Rojhilata Navîn...

Ji Qetarê daxuyaniyeke tund bo Siûdî û Îmarat: Li Rojhilata Navîn...

PeyamaKurd - Qetar a ku navbera wan û Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî nexweş e, wan herdu welatan bi alozkirina Rojhilata Navîn tawanbar dike.

Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman bin Casim El Sanî ji medya erebî re ragihand ku Erebistana Siûdî û Îmarat piştgiriyê didin alozkirina Rojhilata Navîn û got, “Tekane berpirsiyarê alozkirina Rojhilata Navîn Erebistana Siûdî ye. Em ne ligel Siûdiya ku Qetar dorpêç kiriye û şerê Yemenê dike ne.”

El Sanî herwiha diyar kir, Siûdî û Îmarat ji bo xirabkirina ewlekariya herêmê, li Yemen, Libya û Somaliyê piştgiriya çalakiyên bi guman dikin û li ser dorpêça Qetarê jî got, “Misir, Îmarat û Erebistana Siûdî naxwazin dorpêçê rakin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin