PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsînên Cemaeta Fethullah Gulen de, li bajarê Stenbolê yê hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê, operasyon li ser 27 navnîşanên cuda pêk anîn. Hat zanîn ku derbarê 33 kesan de biryara desteserkirinê heye û ji wan 28 kes hatine girtin.
Di çarçoveya lêpirsînên di derbarê Cemaeta Fethullah Gulen de, ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatine destpêkirin, biryara girtina 33 kesan hat dayîn.
Li Stenbolê hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê, girtin ser 27 navnîşanan. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di operasyonê de 28 kes hatine girtin û lêgerînên li wan navnîşanan jî berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin