Li Afxanistanê helîkopter ket û 3 kes mirin

Li Afxanistanê helîkopter ket û 3 kes mirin

PeyamaKurd – Dema Amerîka ji Afxanistanê vekişiyabû ji Talîbanê re gelek alavan hiştibû ku di nava wan de helikopter jî hebûn. Îro li payîtexta Afxanistanê li Kabîlê di dema helîkoptera perwerdê bi hewa ket, ji ber ariza da ket jêr û di encamê de 3 kes mirin. Tîpa helîkoptera ku ket Black Hawk bû. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya hukumeta demkî ya Talîbanê; helîkopter di wexta perwerdê de ketiye nav baxçê zanko ya bergiriya netewî.

Helîkopter piştî nîvro ketiye, di helîkopterê de 2 pîlot û 1 xebatkar mirine û 5 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin