Bav û 3 zarokên wî rizgar kir lê ew fetisî

Bav û 3 zarokên wî rizgar kir lê ew fetisî

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Mereşê li navçeya Onikişubatê bav û 3 zarokên xwe ketin gola avê da xwe hînik bikin lê hindik mabû bifetisin.

D.B. (31) û zarokên wî V.B, (11) D.B. (8) û A.B. (7) ketin avê lê kesê bi navê Sedat Deveci (42) dît ku dê bav û zarokên wî bifetisin lê ew xwe avêt nava avê û her 4 kesan rizgar kir. Sedat deveci piştî wan rizgar kir, ew bi xwe ket ber pêlên avê û ji dîtina çavan wenda bû.

Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan yên rizgarkirinê (JAK) û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Piştî15 deqeyan cesedê Deveci yê bêcan dîtin û derxistin qerexê avê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin