PeyamaKurd- Rayedarên Ermenîstanê, li ser şer û pevçûnên navbera wan û Azerbaycanê ragihand ku di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycanê de 49 leşkerên Ermenîstanê hatine kuştin.
Agahiyên di derbarê şer de ji aliyê Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan ve hatin dayîn û hat ragihandin ku di pevçûnên navbera aliyan de 49 leşkerên Ermenîstanê hatine kuştin. Paşinyan di derbarê hûrgilên pevçûnê de da zanîn ku Bakûyê bi şev êrîşî çeperên Ermenîstanê kiriye û şer îro bi sivikî dewam dike.
Li aliyê din jî Wezareta Berevaniyê ya Ermenîstanê ragihand ku artêşa Azerbaycanê, binesaziya leşkerî û sivîl a Ermenîstanê kiriye hedefa xwe. Lê belê hikûmeta Azerbaycanê ev îdia red kir û got ku ev êrîşên hatine kirin, tenê ji bo bersivdayîna Ermenîstanê ye.
Pevçûnên destpêkê yên navbera Azerbaycan û Ermenîstanê, di dawiya salên 1980î de dest pê kiribûn ku herdu alî jî wê demê di bin desthilatdariya Sovyetê de bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin