PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, beriya serdana xwe ya ku dê ji bo Afrîkaya Bakur û Asyayê bike, daxuyaniyek da çapemeniyê. Biden, li ser çareseriya şerê navbera Rusya û Ukraynayê jî Vladimir Putin nîşan da.
Joe Biden ê ku ji bo serdana Afrikaya Bakur û Asyayê dest bi rêwîtiyê dikir, beriya derkeve li Koşka Spî pirsên rojnamevanan bersivandin. Biden, li ser pirsa hevdîtina ligel Serokê Çînê Şi Cinping a ku dê çiqas sûdewar derbas bibe got ku
“Ez wisa bawer dikim ku hevdîtinên min her dem erênî derbas dibin.”
Serokê Amerîkayê, pirsa ‘Ew ê şerê navbera Rusya û Ukraynayê çawa bibe?’ jî wiha bersivand:
“Heta ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ji Ukraynayê dernekeve, ez nafikirim ku pevçûn were çareserkirin.”
Her wiha dê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Çînê Şi Cinping û serokdewletên welatên din, di 15ê Mijdarê de tevlî Lûtkeya G20ê dibin û tê payîn ku mijara Rusya û Ukraynayê li wê derê bi dorfirehî were nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin