Sendîkaya Bijîskên Kurdistanê lîsansa kar a 3 bijîskên biyanî betal kir

Sendîkaya Bijîskên Kurdistanê lîsansa kar a 3 bijîskên biyanî betal kir

PeyamaKurd Lîsansa kar a 3 bijîşkên biyanî li Kurdistanê, ji aliyê Sendîkaya Bijîşkên Kurdistanê hat betalkirin.

Li gor Sendîkaya Bijîşkên Kurdistanê diyar kiriye, piştî nirxandinên zanistî li ser çend bijîşk û dixtoran, 3 dixtorên biyanî ji wê ezmûnê derneketin.

Herwiha Sendîkayê eşkere kiriye, ji ber wê jî lîsansa karê wan bijîşkan li Kurdistanê hat betalkirin û ji tevahiya nexweşxane û navendên tenduristiyê re hat gotin ku kar nedin wan bijîşkan.

Bijîşkên ku lîsansa wan hatiye betalkirin ev in:

Dr. Samî Salih (welatiyê Sûriyê)

Dr. Husên Yasîn (welatiyê Urdinê)

Dr. Yezin Ebdulhemîd (welatiyê Urdinê)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin