Îsraîl: Me di 2020an de 50 êrîs birin ser milîsên Îranî

Îsraîl: Me di 2020an de 50 êrîs birin ser milîsên Îranî

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di nav sala 2020an de, 50 êrîş bi ser komên milîsên îranî de pêk anîne.

Di rapora salane ya artêşa Îsraîlê de hatiye ragihandin ku ji wan 50 êrîşan piraniya wan armancên li Sûriyê yên komên îranî bûn û 2 êrîşên Hizbullaha Lubnanê jî bi sîstema Qûba Hesin hatine pûçkirin.

Herwiha artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku ji xeta Xezeyê 176 êrîşên moşekî bi ser wan de pêk hatine û ji wan 80 bi sîstema berevaniyê ya Quba Hesin hatine pûşkirin û 90 jî li valahiyê ketine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê heta niha gelek caran li Sûriyê êrîş birine ser milîsên îranî yên li Sûriyê, lê fermî ti daxuyaniyeke derbarê wan êrîşan de nebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin