Amerîka, li Rojhilata Navîn baregeha leskerî ava dike

Amerîka, li Rojhilata Navîn baregeha leskerî ava dike

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya NBCê ya navenda wê li Amerîkayê ye, rayedarên leşkerî yên Amerîkayê plansaziyek dikin ku baregeha xwe ya leşkerî, li Erebîstana Siûdî bi cih bikin.

Di nûçeya ku spartiyê çavkaniyên berevaniya Amerîkayî hatiye weşandin de hat ragihandin ku dê baregeha leşkerî, ji bo gefên balafirên bêmirov ên li Rojhilata Navîn, bibe wekî navendek.  

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyan ve hatine dayîn, ji bo ku li dijî gefên balafirên bêmirov pergalek were sazkirin, palansazî tê kirin ku ev baregeh li Rojhilata Navîn were danîn lê belê baregeh dê li ku dera herêmê bê avakirin, ew hîn ne diyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin