PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji hewayê de êrîşî Lubnanê kir û di nav 24 seetan de, êrîşan de 16 kes mirin. Li gor ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê; artêşa Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê li jîngeha Naqûrayê bi fuzeyekî êrîşê ser kafeteryakî kir.
Li Naqurayê herî kêm sê kes mirin û hinek kes birîndar bûn. Li bajarokê Teyr Harfayê êrîşê bi ser avahiya ku tê de tîmên parastina sîvîl hebûn, tê de 6 kes mirin û hinek ji wan hê jî di bin enqazê de ne.
Li bajarokê Habbariye jî Îsraîlê êrîşê bir ser tîma alîkariyê ya Cemaat el İslamiye û di êrîşê de 7 kes mirin ku bi temamî dike 16 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin