Di êrisên Amerîkayê de Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîsyayên ser bi Îran ve hatin kustin

Di êrisên Amerîkayê de Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîsyayên ser bi Îran ve hatin kustin

PeyamaKurd -  Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, hêzên asmanî yên Amerîkayê duhî Çarşemê “navendeke çekan ya girêdayî Îranê” li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir û tê de 9 kes hatine kuştin.

Austin daxuyand ku Hêzên Amerîkî wek bersîveke êrişên ku di demên dawî de li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Suriyê hatine kirin, êrîşeke xweparastinê bi 2 balafirên F15an li dijî navendekê li rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Îranê û komên girêdayî wê ve tê bikaranîn kirine. 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî bi daxuyaniyekî êrişên Amerikayê piştrast kir û ragihand ku di encama wan êrişan de 9 kes hatine kuştin, depoyên çekan hatine têkdan û ji ber ku birîndarên giran jî hene dibe ku hêjmara miriyan zêde bibe. 

Di 6'ê Mijdarê de, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder eşkere kiribû ku ji 17ê Cotmeha borî ve hêzên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, rastî 38 êrişan hatine û 45 leşker û karmend birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin