Es-Sebab êrîs kir: 7 sîvîl hatin kustin

Es-Sebab êrîs kir: 7 sîvîl hatin kustin

PeyamaKurd – Li Kenyayê li ser sînorê Somaliyê rêxistina Eş-Şebabê êrîş bir ser sîvîlan û di encamê de 7 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Rêvebirê polîsê Garissa John Samburumo, ji bo çapemeniyê ragihand ku êrîş li ser sînorê Kenyayê li bajarokê Dhobley ji aliyê çekdarên eş-Şebabê de hatiye kirin.

Samburumo ragihand ku kesên eş-Şebabê êrîşê ser wan kiriye, bazirganên deverê ne û tedbîrên asayîşa herêmê zêde kirine.

Samburumo got ku endamên rêxistinê yên bûyerê kirine reviyane Somaliyê.

Kenya di şerê li hemberê eş-Şebabê de destekê dide Somaliyê û eş-Şebab jî li Kenyayê dikeve nav êrîşên çekdarî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin