PeyamaKurd- Hat ragihandin ku balafirên F-35 yekem car ji aliyê Îsraîlê de, di serê vê mehê de, di êrîşên ser Sûriyê de hatine bikaranîn. Ji 100 fuzeyan zêdetir fuze, bi F-35an ji jor hatine avêtin bo ser axa Sûriyê.
Rojnama Haaretzê ya Îsraîlê belav kir ku generalê Îsraîlî Amikam Norkin ragihandiye ku wan bi F-35an li Sûriyê xistine. General gotiye ku F-35 li Rojhilata Navîn dikare here her derê û ew heya niha di du cepheyan de, balafirên F-35 bikaranîne.
Îsraîl di sala 2015an de, ji Amerîkayê 14 heb F-35 Stealth ku balafirên xeyalet in kirîbû.
F-35 ji aliyê 9 welatan de tê çêkirin ku Tirkiye yek ji wan welata ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin