PeyamaKurd – Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di berwamîya pişkinînan de û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, tûşbûyekî din ê vîrusa koronaya nû Covid-19 li Duhokê hatiye tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê li parêzgeha Duhokê kesê bi vîrusa korona ketiye pizîşkekî pispor e, temen 46 salî ye û rûniştvanê bajarê Duhokê ye.
Şeva borî bi hinceta serkeftina nemana vîrusa koronayê li Duhokê teqe hatibûn kirin û 13 kes birîndar bûbûn.
Hikûmeta Kurdistanê hişyariyê dide ku her çiqas di çend rojî dawî de tûşbûyên nû nehatibin tomarkirin jî metirsiya koronayê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin