Pedersen: Divê Amerîka û Rûsya ji bo Sûriyê bikevin tevgerê

Pedersen: Divê Amerîka û Rûsya ji bo Sûriyê bikevin tevgerê

PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê karûbarên Sûriyê Geir O. Pedersen, ji rêveberiyên Amerîka û Rûsyayê xwest ku ji bo çareseriya krîza Sûriyê û dawîanîna şerê navxweyî danûstandinê bikin.

Nûnerê NYê yê karûbarên Sûriyê Geir O. Pedersen di civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî ya NY de, got: “Heta niha gelek derfetên çekdarî û siyasî bo guhertina rewşê hatine jidest dan.”

Hêjayî gotinê ye daxwaziya Geir Pedersen a danûstandinên Amerîka û Rûsyayê bo çareserkirina rewşa Sûriyê, cara yekem bi dengekî wisa bilind tê bilêvkirin ku rola berbiçav a herdu aliyan tîne ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin