Berdevkê Hevpeymaniyê: DAISê êrîsî binkeyeke me kir, 4 DAISî hatin girtin

Berdevkê Hevpeymaniyê: DAISê êrîsî binkeyeke me kir, 4 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand ku terorîstên DAIŞê êrîşî binkeya hêzên Amerîkayê li zeviyên Konoko li rojhilatê Dêrezorê kirine.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyên xwecihî ragihandibûn ku, roja înê, 1ê nîsanê, hejmarek çekdarên Rêxistina DAIŞê êrîşî binkeya hêzên Amerîkî li zeviya Konoko ya gazê li rojhilatê Dêrezorê kirine.

'Bersiv hat dayîn û 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin'


Li gor heman ajansan, hêzên amerîkî bi çekên otomatîkî bersiva êrîşê dane û 4 çekdarên DAIŞê dîl girtine û ji bo binkeyeke hêzên Hevpeymaniya navdewletî veguhestine.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Myles Caggins di daxuyaniyekê de ev zanyarî piştrast kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin