Erdogan û Pûtîn: Em genim bikin ard û bisînin!

Erdogan û Pûtîn: Em genim bikin ard û bisînin!

PeyamaKurd – Piştî civîna li Soçiyê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku sê saetan dom kir, herdu serok derketin pêş rojnamevanan.

Di daxuyaniyên xwe de Pûtîn û Erdogan li ser vegera li peymana korîdora zadê Ukraynayê daxuyanî dan.

Pûtîn bi giranî li ser hevkariya bazirganî ya di warê enerjî, gaz û berhemên bi rêya Tirkiyê têne hinardekirin axivî û li ser mijara vegera li peymana dexlê jî got: “Ger dorpêçên ser berhemên çandiniyê yên rûsî bên rakirin, em amade ne Peymana Dexlê zindî bikin.”

Herwiha Pûtîn behsa projeyeke ligel Tirkiyê ya bi rêya Qetarê şandina zad bo 6 welatên Afrîkayê kir û got, ew wê projeyê wekî alternatîfa hewldana dexlê ya Derya Reş nabînin.

Erdogan jî diyar kir ku ew hêvî dikin bi xebata nû ya Neteweyên Yekbûyî encamê bistînin û ji Ukraynayê jî daxwaz  kir ku nêzîkatiyeke nerm nîşan bide.

Herwiha Erdogan got, “Em dikarin berhemên çandiniyê bikin ard û ji welatên Afrîkayê re bişînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin