Sîrwan Barzanî: 12 binke û sikeftên DAISê li çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin

Sîrwan Barzanî: 12 binke û sikeftên DAISê li çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin

PeyamaKurd – Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) Sîrwan Barzanî diyar kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hevkariya hêza Pêşmerge, 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) Sîrwan Barzanî da zanîn, di 12 saetên borî de, bi hevkariya hêza Pêşmerge, 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê rûxandin.

Çend roj in operasyonên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hêza Pêşmerge li dijî binke û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê destpê kirine.

Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê do destnîşan kiribû: “Ev operasyon, dê berdewam bin, da ku terorîst nikaribin li tu derekê cih bigrin û bibin cihê metirsiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin