PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmerge Sîrwan Barzanî, di hevpeyvînekê de li gel malpera navneteweyî ya Middle East Eyeê, bi tundî rexne li êrîşên Îranê û komên alîgirên wê yên li ser Herêma Kurdistanê girtin. Barzanî tekez kir ku Kurdan tu planeke leşkerî yan jî niyeta şer li dijî Îranê nîne.
“Em cîran in; çima êrîşî me kirin?”
Sîrwan Barzanî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de û got:
Em cîran in. Me li dijî wan tu tiştek nekiriye. Nexwe sedema van êrîşên rojane yên li ser baregehên Pêşmerge çi ye?” Barzanî eşkere kir ku ji destpêka şerê herêmî yê 28ê Sibatê ve, Herêma Kurdistanê rastî nêzîkî 430 êrîşên bi mûşek û dronan hatiye.
Êrîşên bi hinceta partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Fermandar Barzanî bi tundî îdiayên medyaya biyanî yên ku dibêjin Kurdên Herêma Kurdistanê piştgiriya leşkerî didin komên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, red kirin.
Wî bi bîr xist ku li gorî peymana ewlehiyê ya 2023yan a di navbera Bexda û Tehranê de, kampên opozîsyona Îranê ji ser sînor hatine dûrxistin û got:
Me ew veguhastin cihên dûrî sînor, lê dîsa jî êrîş berdewam dikin.”
“%90ê Êrîşan ji hundir Iraqê ve tên”
Yek ji xalên herî baldar ên daxuyaniya Sîrwan Barzanî, çavkaniya êrîşan bû. Sîrwan Barzanî diyar kir ku nêzîkî %85 heta %90ê êrîşên li ser herêmê, ne rasterast ji Îranê, lê ji aliyê komên milîs ên Heşda Şeibî yên li hundirê Iraqê ve tên kirin.
Sîrwan Barzanî tekez kir ku ev kom ne tenê Kurdistanê, lê aramiya siyasî û aborî ya tevahiya Iraqê jî dixin metirsiyê.
Bîlançoya mirovî û leşkerê Fransayê
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama van êrîşan de heta niha 6 Pêşmerge şehîd bûne û 30 jî birîndar bûne. Her wiha Sîrwan Barzanî bal kişand ser êrîşa li nêzî Mexmûrê ku tê de leşkerekî Fransayê jiyana xwe ji dest dabû. Wî ev kiryar wekî “êrîşên terorîstî” pênase kirin.
Hevpeymaniya navneteweyî û paşeroj
Sîrwan Barzanî destnîşan kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî tenê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne û tu kapasîteyeke wan a êrîşkirina ser Îranê tune ye. Di dawiya axaftina xwe de, Sîrwan Barzanî peyameke watedar da:
Wekî her şerî, ev şer jî dê rojekê bi dawî bibe. Lê piştî şer, dê çi bi ser têkiliyên Îranê û cîranên wê de bê?”