PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, bang li rayedarên Rusyayê kir ku çandina mînan a li ser xaka Ukraynayê rawestîne.
Annalena Baerbock, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi helkefta "4ê Nîsanê Roja Hişyariya Mînan a Navneteweyî" de diyar kir ku mînên dij personel, çekên hovane ne û got,
"Ez bang li Rusyayê dikim ku dest ji mînkirin xwe ya bêhiş û mezin a li ser erdên çandiniyê yên li Ukraynayê berde.”
Wezîrê amaje bi wê yekê kir ku bi vî awayî Rusyayê dabînkirina xwarinê, li bazara cîhanê kêm kir û bi vê yekê jî birçîbûna li cîhanê zêdetir kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin