PeyamaKurd – Hefteya borî hêzên Rûsyaye rojnamevana Ûkraynî Viktoriya Roşina li bajarê Berdyanskê revandibûn. Roşina îro serbest hat berdan.
Çapemeniya Ûkraynayê ragihandiye ku Roşina serbest hatiye berdan, niha li herêma bi ewleye û ber bi bajarê Zaporijye ve diçe.
Hat ragihandin ku berya berdana rojnamevan Roşina, ew bi xwe vîdeokî belav kiriye û di video de gotiye ku ti têkiliya hêzên Rûsyayê bi revandina wê tine. Wisa xwuyaye ku ev video bûye sedema berdana wê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin