Çavusoglu bi Borrel û hemkarên xwe yên Etiyopya û Urdunî re hevdîtinan kir

Çavusoglu bi Borrel û hemkarên xwe yên Etiyopya û Urdunî re hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi nûnerê bilind yê Yekîtiya Awrûpayê Jossep Borrel re, bi wezîrê karên derve yê Etiyopyayê Demeke Mekonnen û bi wezîrê karên derve yê Urdunê Ayman Safadî re hevdîtinan kir. Hevdîtina wan li payîtexta Îmaratan li Abû Dabiyê di forma Sir Bani Yas de çêbû.

Mevlut Çavuşoğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:

“ Bi nûnerê bilind yê YA yê bi Jossep Borrel re li Abû Dabiyê me di mijara Ûkrayna û Rojhilatê Derya Sipî de axaftin kir. Di forma Sir Bani de bi wezîrê karên derve yê Urdunê re bi Ayman Safadi re li ser têkiliyên duqolî û mesela braderên Fîlîstînî axifîn. Bi hemkarê min yê Etiyopyayê bi Demeke Mekonnen re me hevdîtin kir. Me behsa razîbûna xwe ya bidawîhatina pevçûnên li Etiyopyayê kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin