PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû angaşt ku şirîkên Hamasê li Sûrîye û Yemenê bi mîlyonan kes kuştine, lê belê Afrîqaya Başûr bê deng maye.
Netanyahû got: "Li dadgeha bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) derew û durûtî têne pêşkeşkirin. Em dijî terorîstan şer dikin, em dijî derewan şer dikin. Em îro tiştekî berovajî dibînin. Îsraîl li dijî komkujîyan têdikoşe, lê belê bi komkujîyê tê tawanbar kirin.’’
Netanyahu anî ziman ku hêzên Îsraîl li dijî wan şer dike zarok, jin, kal û pîr kuştine û termên wan şewitandine.
Netanyahu, Afrîkaya Başûr bi durûtîyê tawanbar kir û dîyar kir ku heta ew serkeftineke bi temamî bi dest dixin ew ê paraztina xwe bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin