Bombebaranên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê bênavber berdewam kirin!

Bombebaranên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê bênavber berdewam kirin!

PeyamaKurd – Bomberdûmanên dijwar ên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê heta sibeha roja 19’an bê navber berdewam kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, di encama êrîşa hewayî ya li ser maleke li Kampa Penaberan a Şatî ya li rojavayê Şerîda Gazzeyê de mirî û birîndar hene.

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî derdora Mizgefta El-Ferec a li Kampa Nuseyrat a Penaberan, taxên Benî Sehile û Zeytûn ên li rojhilatê Xan Yûnisê, maleke li nêzî asîmana Îtalyayê û apartmana El-Helis a li nêzî Nexweşxaneya Qudsê kirin.

Li aliyê din li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, li herêma Kîzan El-Necar a li başûrê bajarê Xan Yûnis ê Gazzeyê, mala ‘Malbata Mezin’ di encama êrîşa hewayî de hat bombekirin. Di êrîşê de 6 kes mirin.

Dîsa kanala Aksa Televizyonê ragihand, Mizgefta Hattîn a li cadeya el-Cela ya Gazzeyê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

Mala Malbata Ebû Siûd a li bajarê Refahê ku li nêzî sînorê Misirê yê Gazzeyê ye ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hat bombekirin. Hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin