PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro 24ê Cotmehê di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî got, Hewlêr bûye penagehek ji bo kesên bêwar û pêkvejiyan û xweşbîniya ji bo parastina hemû pêkhateyan li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên derçûyê, mamoste, Desteya Emîndariya Zanîngeha Katolîkî û malbatên derçûyan kir û diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dabînkirina alavên serketina ciwanan, piştgiriya wan dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser parastina pêkhateyan berdewam be û wiha axivî: “Em her dem piştevaniya wan kesên ku xwe dispêrin me dikin. Em her tim tekeziyê li ser kûrkirina lêborîn û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de dikin.”
Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Ev zanîngeh di demekê de hatiye avakirin ku di rojên me yên herî tarî de Xiristiyanî, Êzidî, Kurd, Misilman û pêkhate bi giştî ji deşta Neynewa û Şengalê hatine vê deverê. Hemû bi rûmet hatine pêşwazîkirin û Hewlêr bûye penageha bêdesthilatan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Her kesê ku di wan salan de koçî vir kiribe, şansê wî hebû ku ji nû ve dest bi jiyanê bike.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev sazî ji bo me û we belgeya berxwedanê ye. Bi rêya vê saziyê jimareke ciwanên we xwendina xwe berdewam kirin û îro merasîna derçûna wan dikin.”
Serokwezîr Barzanî bi bîr xist: “Bi baweriya min ev civaka li vir wek mînaka pêkvejiyanê hatiye avakirin. Kesên ji baweriyên cuda dikarin bi hev re bi serbilindî û bextewarî bijîn.”
Di beşeke din de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, Deşta Neynewayê ya dîrok, ku berberan hewl da dîroka wan a bi hezaran salan jinav bibin, lê ew biser neketin, derçûnên îro jî dê bibin beşek ji vejîna wê şaristaniyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Kabîneya Nehemîn perwerde kiriye ji karê xwe yê pêşîne û tekezî li ser dabînkirina amûrên serkeftinê ji bo ciwanan û piştevanîkirina wan ji bo cibicîkirina karîn, behre û xewnên wan dike. Min hertim gotiye ku em ji bo civakek têr zanîn têdikoşin û sermayeya me ya neteweyî ya herî mezin ciwan in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin