Pûtîn hisyariya 'Ser' da!

Pûtîn hisyariya 'Ser' da!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî da û got, eger Rojava destûrê bide Kîevê ku çekên dûravêj li dijî hedefên Rûsyayê bi kar bîne, ew ê bi NATOyê re şer bikin.

Pûtîn di axaftina xwe ya kanala televizyona dewletê ya Rossiya-1 de derbarê bikaranîna çekên dûravêj de wiha got: "Girtina vê biryarê tê wê wateyê ku welatên NATO, DYA û welatên Ewropayê tevlî şerê Ukraynayê bûne. Ev yek wê cewher û xwezaya pevçûnê bi girîngî biguherîne. Ev tê wê wateyê ku welatên NATO, DYA û welatên Ewropayê bi Rûsyayê re di nava şer de ne. Eger ev yek bibe, em ê li gorî gefên ku wê li ser me çêbibin, biryarên pêwîst bidin."

Daxuyaniyên Putin piştî serdana Wezîrên Derve yên Amerîka (DYA) û Brîtanya Antony Blinken û David Lammy roja Çarşemê bo Kîevê hatin. Tê çaverêkirin ku ev mijar roja Înê li Washingtonê di civîna Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer de were gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, welatên NATOyê wê roja Înê li Pragê, paytexta Komara Çek, ji bo Civîna Komîteya Leşkerî ya ku tê de geşedanên stratejîk bên nîqaşkirin, bên cem hev.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin