Kerkûk ji Krîstîyanan xalî bûye

Kerkûk ji Krîstîyanan xalî bûye

Peyama Kurd - Piştî ku di 2003an de, li Kerkûkê 40 welatiyên Kirîstiyan di encama êrîşên terorîstî de hatine kuştin, nebûna ewlehîyê bûye sedem ku gelek malbatên Kirîstîyan koçî Herêma Kurdistanê yan jî derveyî welat bikin.

Li Kerkûkê, li Taxa Elmas ku yek ji taxên ku bêtir Krîstîyan lê dijîn e, ji bo rojbûna Îsa Mesîh amadekarîyên mezin nehatine kirin, tenê kêm kes bi lêxistina dahol û zurneyê dixwazin cejnê pîroz bikin.

Yek ji şênîyên Taxa Elmasê Sîlva Wahîk dibêje: “Em di cejnê de kolîçe û xwarinên taybet çêdikin, lê ya herî girîng dara Krîsmisê ye, ji ber ku ji bo me wateyeke wê ya taybet heye.”

Xewla Cemîl jî Misilman e û xelkê heman taxê ye dibêje: “Em li vê taxê Xiristiyan û Misilmanan bi hev re dijîn, piraniya dema xwe bi Xiristiyanan re derbas dikin. Lê mixabin ji ber rewşa welat, hemû koçber bûne.”

Piştî çend salan ji teror, gef û êrîşên DAIŞê, Xiristiyan hîn jî xwe li Iraqê ewle nabînin. Ji bo Xiristiyanan, biryarnameyek serokatiya Iraqê ku Kardînal Luîs Sako ji kar dûr xist, gavek din bû ber bi perawîzxistina wan e.

Serokê Dêra Kildanî ya Kerkûk û Silêmaniyê Metran Yûsif Toma got: “Serokkomarê Iraqê bêyî sedem biryara komarê ji Patriyerk Luîs Sako vekişand. Em weke Xirîstiyanan hest dikin ku em bi pêleke din a zilmê re rûbirû ne.”

Ji piştî sala 2003ê ve, 40 Xiristiyanî li Kerkûkê hatine kuştin û ji ber wê jî beşek ji malbatên wan koçberî derveyê welat bûne yan jî Herêma Kurdistanê weke penageheke ewle hildibijêrin.

Beriya şerê sala 2003an, hejmara Xiristiyanan li Iraqê zêdetirî 1.8 milyon kesan bû, lê niha tenê ji sedî 20 ji wan li Iraqê mane û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin