PeyamaKurd – Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû û heta niha ziyanên erdhejê nehatine zanîn.
Li gor medyaya Îranê diyar kir, li bajarê Xoy li parêzgeha Ûrmiyê, erd bi tundiya 4 rîxter hejiya. Navenda erdhejê nahiya Êvoglî ye ku 11 km dûrî navenda bajarê Xoy û kûrahiya wê jî 7 km di bin erdê de bûye.
Herwiha tê gotin, li bajarê Selmasê jî erd hejiyaye lê hîn nayê zanîn tundiya wê çend bûye.
Hîn tu agahî li ser ziyanên wê erdhejê nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin