PeyamaKurd- Amerîka û Talîbanê li ser mijara Afxanistanê, li welatê Qatarê lihevkirin û di navbera xwe de peymanekî îmze kirin. Li gor peymanê; eger Talîban heya 14 mehan li pey peymanê here û peymanê îhlal neke, wê Amerîka hêzên xwe bi temamî ji Afxanistanê vekişîne. Temsîlkarên her dû aliyan peymanê, bi navê “Paşdeanîna Aştiyê bo Afxanistanê” binavkirin. Peyman li Qatarê li bajarê Dohayê li otela bi navê Sheratonê hat îmzekirin.
Li ser navê Amerîkayê, temsîlkarê Amerîkayê yê bo Afxanistanê Zalmay Xelîlzad û li ser navê Talîbanê, serokê baregeha siyasî Mela Abdulxenî Berader îmze kirin.
19 sale li Afxanistanê şer dewam dike. Wê Amerîka di nava 135 rojan de jimara leşkerên xwe daxîne 8 hezar û 600 leşkeran. Eger Talîban peymanê îhlal neke, wê Amerîka û hevkarên Amerîkayê piştî 14 mehan ji Afxanistanê vekişin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin