PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyeyê, derbarê hevdîtina kirine de daxuyanî dan.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser platforma medya civakî Xê ragihand, li Washingtonê ew ligel Hakan Fîdan hatiye ba hev û diyar kir: "Em li ser şerê Îsraîl-Hemasê, hewldanên ku şer berfireh nebe, berdana dîlan û alîkariyên mirovî axivîn."
Herwiha Blînken da xuyakirin, divê endamtiya NATO ya Swêdê jî ji aliyê Tirkiyê ve di zûtirin demê de bê pesendkirin.
Hakan Fîdan jî li ser hevdîtinê ragihand ku wan bi zelalî pozîsyona xwe ya bo rewşa Xezzeyê ji muxatabên xwe yên Amerîkî re aniye rojevê û got, êdî tehemula me nemaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin