PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûsilê otomobîlek hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Hat zanîn ku teqîn li gundê Owînat a ser bi navçeya Rebîe ya Mûsilê ve çêbûye û bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de rû daye.
Tê ragihandin ku di encama teqînê de bi kêmî 5 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar in.
Herwiha li gorî daxuyaniya destpêkê ya Cîgirê Serokê Encûmena Mûsilê Nurettin Kaplan jî otomobîl li gundê Uveyne yê Rebîeyê hatiye teqandin û sivîlekî can daye û 5 jî birîndar bûne.
Her ku hîn ti kesî ew êrîş li xwe negirtiye jî guman heye êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin ku gelek caran êrîşên bi vî rengî li wê herêmê pêk tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin