3 fermandar û 10 lesker li çolistanê winda bûn

3 fermandar û 10 lesker li çolistanê winda bûn

PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên herêmê li çolistana Sûriyê hejmarek leşker û fermandarên rejîma Sûriyê winda bûne û tê texmînkirin DAIŞê ew dîl girtibin.

Li gorî ragihandina malpereke Sûriyê, pêwendiya artêşa Sûriyê bi 3 fermandaran û 10 leşkerên girêdayî firqeya 17an a li nêzî navçeya Sexnê qut bûye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku tê texmînkirin ew ketibin kemîna çekdarên DAIŞê û hatibin girtin. Ji aliyê artêşa Sûriyê ve ti daxuyaniyek li ser mijarê nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, doh bi alîkariya Rûsyayê operasyonek berfireh li dijî çekarên DAIŞê dabû destpêkirin ku wê 3 rojan dewam bike.

Li gorî amarên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi hezaran çekdarên DAIŞê li çolistanên Sûriyê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin