PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar derbarê êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de got ku tekane armanca wan parastina sînor û tunekirina ‘korîdora terorê-herêma Kurdan’ e.
Hulusî Akar li Stenbolê di TRT World Forumê de axivî û parastina êrîşên ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Akar ji bo êrîşa ser Rojava îdia kir ku operasyona wan operasyonên NATOyê temam dike û got, ‘Hevpeymanên me dest bi piştevaniya YPGya ku heman wekî PKK ye kirin.”
Akar herwiha da xuyakirin, YPG gelekî alîkariyên aborî ji hevpeymanên me distîne û çekên xwe jî dirêjî me dike û got, “Demografiya vê derê diguhere. Mebesta me pêkanîna herêmeke ewle ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin