PeyamaKurd- Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, di merasima Fûara Navdewletî ya Selanîkê de ragihand ku wê ji Fransayê 18 balafirên şer yên marka Rafale bikire. Bernama Yûnanistanê bo 10 salaye û wê bo artêşê jî di nav 5 salan de 15 hezar leşker û xebatkaran bistînin nav artêşê.
Di bernameya kirîna sîlihan de 4 firqeteynên nû, bo hêzên deryayî 4 helîkopter, nûhkirina 4 firqeteynên kevin, roket û projeyên kirînê yên torpîdoyan heye. Bo berlêgirtina êrîşên sîberî dê bernameyan bipêş bixin û sîstema elektronîk nûh bikin.
Miçotakis got ku ev 10 sale bo Yûnanistanê qet sîlih nekirîne û bo xelkê Yûnan xwe di ewlehiyê de bibîne, divê van sîlihan bikirin. Bernama sîlihan û sîstemên wan bi tevahî dike 10 mîlyar Euro.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin