PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyê beşdarî civîna taybet bo 'Cejna 23yê Nîsanê' ku di heman demê de roja damezirandina Komara Tirkiyê ye bû.
Erdogan dema Hevseroka HDPê derket ser kursî salona parlamentoyê tevî Wezîrê Bergiriyê Hulusî Akar û Sererkan Yaşar Guler terikand. Erdogan dema derket ji rojnamevanan re axivî û li ser terikandina parlamentoyê wiha got:
"Ma em li yên ku siruda îstiklalê naxwînin, mehmetcîkan şehîd dikin (leşkerên tirk) û mil didin wan guhdar bikin?"
Erdogan herwiha HDP bi girêdana PKKê tawanbar kir û li ser êrîşa Serokê CHPê Kiliçdaroglu jî got, "Gazeke zêde çêbûye, li hember vê bi ku de diçî. Divê ev baş bên lêkolînkirin û li ser van baş bê fikirîn. Divê em baldar bin. Dema ez jî diçim cenazeyê şehîdan pêşî dipirsim, heke nerehetiyek hebe dipirsim û naçim. Heger diayê bikim jî li mala xwe dikim, ev qas hêsan e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin