PeyamaKurd - Hêzên hevbeş ên li rojavayê Yemenê ku Hevpeymaniya Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, ragihand ku doh 14ê Cotmehê fermandarekî Hûsiyan ê payebilind ê li Îranê perwerde dîtibû, di êrîşên ser başûrê bajarê El-Hedîdê de hatiye kuştin.
Ragihandina leşkerî ya Hêzên Hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kir, komên Hûsiyan ên girêdayî Îranê bi kuştina fermandarê Hûsiyan ê payebilind Ebû El-Betûl El-Eqhomî li berava rojava derbeyeke giran xwariye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, El-Eqhomî yek ji fermandarên payebilind ên komên Hûsiyan bû ku berê li Îranê perwerde dîtibû û yek ji kesên nêzî rêberê Hûsiyan Ebdul Malik El-Hûsî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin