PeyamaKurd- Pergala Birêvebirina Îhaleyê ya Hikûmeta Amerîkayê (SAM) ragihand ku Amerîka plan dike 3 bataryayên pergala parastina asîmanî ya "Iron Dome" yên ku li Îsraîlê tên çêkirin bikire.
Di daxuyaniya SAMê de hûrgiliyên bidestxistina bataryayên pergala parastina asîmanî ya "Kubeya hesinî" ya Hêzên Marîn hatin parvekirin.
Hat destnîşankirin ku Hêzên Deryayî plan dikin ku 3 bataryayên pergala parastina asîmanî ya bi navê "Iron Dome" ya Îsraîlê bi dest bixe.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku hêzên deryayî yên Amerîkayê dê 44 roketavêj û nêzî hezar û 840 moşekên Tamir ên ku ji bo îmhakirina topên hawanê hatine çêkirin, bi dest bixe.
Her wiha tevî ku agahî li ser lêçûnên bidestxistinê nehatin parvekirin, li gorî daneyên giştî tenê buhayê moşekên Tamir dê bigihîje 200 milyon dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin