PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî radighand ku 90 ji sedê pirsgirêkan hatine çareserkirin û ji bo damezirandina hikûmeta nû ti astengî nemane.
Fazil Mîranî derbarê pêvajoya avakirina hikûmeta nû de daxuyanî dan.
‘HILBIJARTIN PÊK HAT LÊ EM DIXWAZIN BIRYAREKE HEVPAR WERGIRIN’
Mîranî li ser bêdengiya PDKê axivî, “psîkolojiya partiyên Kurdistanê û xelkê ji hev cuda ne. Em wekî partî bêdeng man, ji ber ku wekî cenabê Serokwezîrê îro û Serokê sibe Nêçîrvan Barzanî jî gotiye, rast e, me hilbijartinek pêk anî lê em dixwazin wext bidin hevkarên xwe da ku em biryareke hevpar wergirin.”
‘BI BIRAYÊN XWE YÊN YNKyî RE ME PIRGIRÊKÊN XWE ÇARESER KIRIN’
Mîranî da xuyakirin hefteyê bê ew dê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re li hev bikin, “Em hevkarên hev in, sedema bêdengiya PDKê ew e ku me birayên xwe yên YNKyî re 90 ji sedê pirsgirêkên xwe çareser kirine. Li pêşiya me astengiyên mezin nemane, bi tenê çend astengiyên piçûk man.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin