Sandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê daxuyaniyek dan

Sandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê daxuyaniyek dan

PeyamaKurd – Şandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê, îro piştî civînê derbarê naveroka civînê de daxuyanî dan.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed diyar kir: ‘‘Me do jî serdana partiyên din kir û me got, armanca wan serdanên me yên ji bo partiyan, nûkirina pêwendiyane û ew nayê wê wateyê ku pêwendiyên me qut bûne. Lê teqez kirine ku em wan pêwendiyan baş dibînin û em dixwazin berdewam bikin û tund û şidiyayîtir bikin. Bi wî awayî jî li hember metirsiyan rawestin.’’

Berdevkê PDKê eşkere kir: ‘‘Di rewşa niha ya Iraqê de, tiştekî wiha heye ku hin caran hizrek heye li Iraqê desthilatiyê dike, baweriya wan bi mafên netewî û niştimanî yên Kurdistanê tine û ji bo li hember wê hizrê em bikarin tekoşînê bikin, pêwîstiya me bi yekrêzî û yekxistina navmala Kurdî heye.’’

Derbarê bernameya PDKê ya ji bo guftûgo li gel aliyan jî Mehmûd Mihemed eşkere kir, heta niha ti bernameyek pêşkeşî ti aliyekî nekirine û got: ‘‘Em dê lijneyekê ava bikin û pişt re pêşkeşî aliyan bikin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin