PeyamaKurd – Konsûlê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay îro 15ê Tîrmehê bi boneya 4emîn salvegera Hewla Darbeyê li Tirkiyê, li Hewlêrê civîneke rojnamevanî li dar xist û tê de got, “Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe di warên cuda de bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.”
Hakan Karaçay di civîna ojnamevanî de ragihand, “Sala borî wek vê demê, dema Serokwezîr Mesrûr Barzanî hikûmet pêk anî, me hêviya serkeftinê jê re xwest û me pîrozbahî lê kir”.
Karaçay got: “Em dixwazin pêwendiyên me di hemû waran de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berfirehtir bibin, di warê rûbirûbûna terorê, bazirganî û geştiyariyê de, bêgûman bi hewla herdu aliyan wê pêwendî bipêş ve biçin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin